30 Eylül 2007 Pazar

Niviskarê kurd Nazîf Telek jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê kurd ku demekê rojnamegerî jî kiribû Nazîf Telek di 49 salîya xwe de bêwext ji nava me koç kir.

Telek di sala 1956 de li Bedlîsê hatibû cîhanê li Tirkîyeyê teknîkerîya înşaetê xwend û di sla 1980 de ji sebebê siyasî hat Almanyayê. Dema hê Telek li welat bûye helbest nivisandiye. Telek li Almanyayê jî dest bi nivsiandina çîrokan kir û pirrayîyên çîrok û helbestên xwe bi du zimanan weşand. Drei Cowboys in Kurdistan(Li Kurdistanê sê Kovboy) yek ji çîrokek wî ya naskiri ye .

Telek di 2004an de pirtûka xwe ya bi navê Von Kurdistan nach Deutschland(Ji Kurdistanê heta Almanyayê) ku tê de serpêhatîyên malbatek ji Kurdistana Başûr dihate berbiçavkirin, bi pêşgotina niviskarê alman ê navdar Gunter Wallraf weşand.

Telek endamê PENê û Yekîtîya Niviskarên alman bû û di sala 1996an de xelat WDR ê (televizyona Almanyaya Rojava), ji bo mafên zarokan û di sala 2001 de jî xelata Kitêbxaneya Neteweyî bo helbesta xwe ya bi navê Deine Kirschlippen( Lêvên teyî qeresî) wergirt..

Telek ji sala 1980 û vir de li Almanyayê dijîya û welatîyê alman bû û doh ji ber nexweşîya xwe ya dûr û dirêj wefat kir. Li gora agahîya malbata wî termê Telekî dê bo Kurdistanê bê birêkirin û liBedlîsê were veşartin.

Hin berhemên din ên Telekî jî ev in:
Newroz fur uns alle( almani, tirki)
Rojda und die Binnen/Rojda û mêşên hungiv(almanî, kurdî)
Die Stärke der Löwin/Hêza şêr(almanî,kurdî)
Sehnsucht nach Freiheit/Hesreta azadîyê( almanî, kurdî
Martin & Misto. Die Geschichte einer Freundschaft/martîn û Misto.Çîroka hevaltîyekê(almanî,kurdî)
Ihr Lieben in Bidlis/Jiyana wan li Bedlîsê(almanî kurdî)Amadekar:M.Ş.OncuÇavkanî :Netkurd/Almanya

Hiç yorum yok: